Bihare
B Bamerd Jan
0
Altın Yaprak
Bihar e Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi (Çevirisi Aşağıdadır)
Bihar e bîstan xemilîn bi hemû rengan
Di nav de dixwînin şalûl û bilbil gelek dengan
Evîna te ez helandim bê şer û cengan
De rabe, de rabe, de rabe jana dila zeman dereng e
De hayê hayê hayê xezalam hayê
Dest berda ji derd û kula xemê dinyayê
Vê bihrê hespekî çêkim ji te ra bayê
Te ser dayînim bigerînim li hemû dinyayê
Çiya şîn bû bi giha û pelçîm li dara
Dengê bilbil kewa gozel her der dinale
Evîna te ez xistime halê bêhala
De rabe, de rabe, de rabe jana dila li dil da heware
De hayê hayê hayê xezalam hayê
Dest berde ji derd û kula xemê dinyayê
Vê bihrê hespekî çêkim ji te ra bayê
Te ser dayînim bigerînim hemû dinyayê
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş