Bılûrvanım

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Keko ez bilûrvanim Bi her tishtî dizanim Çîyan tênim govendê Berxê mîjo di bendê Hirç û hov û dar û ber Lotan didin tev li ber Ev masîyên Derya Resh Bi bilûra mi serxwesh Welat tijî bûn li deng Tên dîlanê shox û sheng Keko ez bilûrvanim Ez shivan û gavanim Rûnistîme bin darê Didim pesnê biharê Dengê saza min zîze Darblûra min gwîze Ez pif dikim bilûrê Dil agire dikûrê Shiyarbûne rast û çep Turk û Taçîk û Ereb Vexwariye me ev durd Ji bo shiyar bikim kurd Lê ez çibkim ranabî ? Nizanim wê çawabî ? Nizam kere jan jî ker ? Ez bi gurzan tême ser Serî hishke wek kevir Divê bishkê bi bivir Divê gurzan deynim ser Yan jî jêre bêjim her Dijmin dêwê xwînvexwar Welat kirye tar û mar Hirç ketîye nava rez Li min bûye lez û bez Dikim hewar û gazî Bi vî dengî, vî sazî Kes guh nadî saza min Qîr-qîr û gaz-gaza min Kurdno hemî bibne yek Dest bavêjin gurz û çek Werin sherê hirç û dêw Biparêzin mal û mêw Ji vî bextê minê resh Ez nexwesh û ew nexwesh Bê xwedîne rez û mal Ezê çibkim pîr û kal Rezê mine ji kerkûsh Dijmin xwar û maye pûsh Dikim qêrîn û gazî Dilê min wer dixwazî Ez pêwanim bilûrvan Ne mêrkujim, dilovan Bi guv-guv û bi nalîn Kurd ranabî Ceger-xwîn !

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.