Ey Welat Dûrim Ji Te

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Dîsa ji te dûrim welat Dil ketye gomanên dikûr Ger dûr û nêzîk bim ji te Her dem li ser te kûre-kûr Gava ji te ez dûr dibim Ne ko ditirsim ez ji şûr Divên çarekê bikin Ji ser te rakin pî stûr Tim dar bi destê dijmin e Em têne kuştin rengê mûr Kurên te ser xistin xewê Lê ez dinalim wek bilûr Kengî ji xew rabin gelo Yan kengî em dadin tenûr Divêm bi ser çiya kevin Dîsa bikn tev qûre-qûr Welat çiqas dûrbî ji min Di dil dibî pertav û nûr Ne bes Xumênî dijmine Dijmin pirin, nêzîk û dûr Wek baz cihê kurd tim çiya Dijmin di nav xan û qisûr Dibin piyên tanga de çûn Kal û jin û bapîr û hûr Birçî û tazî û reben Çarox di pê û mil bi tûr Derd û kulan dil kirye ron Ta ko Cegerxwîn bûye tûr.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.