Ferat İm-kêferat İm

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Guj-guj û him-him Ferat im, Ferat... Xush-xush û xum-xum Ferat im, Ferat... Ferat im, kêferat im Kar im, xebat im Jîn û felat im Va ye ez hatim Ji jor ve ez têm Diçim ber bijêr Di nav dilê min Tev gewher û zêr Ferat im... Bi him-him ez têm Bê ser û bê min Ser derya mezin Ferat im... Daxwaza millet Feratê dijwar Di ber xwe dibim Tev gerş û gemar Ferat im... Dengê sewîyan Rengê birçîyan Ez dengê şivan Xama xwendevan Ferat im... Tev ah û nalîn Giryan û qêrîn Bi çelq û lem-lem Hemî kul û xem Ferat im... Diçim pêş bi rist Wek sitêr û rist Hemî derd û kul Dikevim nav dil Ferat im... Di dilên xortan Dikelim herdem Ber pozê dijmin Ez xîp û kelem Ferat im... Ez xwendevarî Ezim hişyarî Dûr û dirêjim Gavan tavêjim Ferat im... Di nav dilan de Pir xurt û bi tîn Di nav damarên Xortanê bûm xwîn Ferat im... Di ser hevre têm Bi çelqîn û guj Di ber xwe dibim Dijminê xwînmij Ferat im, kar im, xebat im Ez kêferatim Vaye ez hatim Ji Kurdistan ve têm Pir xurt û bi tîn Ez pêta cerg Û dilê Cigerxwîn

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.