Kîme Ez?

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Kîme ez? Kurdê Kurdistan Tev şoreş û volqan Tev dînamêt im Agir û pet im Sor im wek etûn Agir giha qepsûn Gava biteqim Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîme ez? Ez im rojhilat Tev birc û ketat Tev bajar û gund Tev zmar û lat Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar Xurt û koledar Ji rom, ji fireng Di rojên pir teng Bi kuştin û ceng Parast, parast Parast min ev rojhilat Kîme ez? Rojhilatê nêzik Rojhilatê navî Ev bajar û gund Ev bej û avî Ket bin destê min Pî da ser dijmin Min bi ceng û şer Zanîn û hiner Pişta wî şikand Serî lê gerand Ez bûm padîşah Xurt û serbilînd Ketm destê min ta sînorê Hind Kîme ez? Kîme ez? Kurdê serf iraz Dijminê dijmin Dostê haştîxwaz Ez xweş mirov im Ne hirç û hov im Lê çibkim bê şer Dijmm naçî der Bav û kalê mm Dijîn tev serbest Naxwazim. bijîm Te ebed bindest Kîme ez? Divê ez derxim Dijminê xwînxar Şahê efyûnkêş Jontirkê dijwar Serbest bijîm ez Wek hevçaxê xwe Dilxweş bîxum ez Rez û baxê xwe Çekan hilgirim derkevim meydan Rêçek nû çêkim ji boyî însan Kîme ez? Ez im ê şikand leşkerê Rêşar Min bi xwîna xwe parastî ev war Di sînga dijmin ez bûme kelem Xwe dan ber siya min Turk û Ecem Li ser serê min Sinbil û kulah Serê hespê min Digirt Padîşah Ez im ew gernas Ew Selahidîn Bipirs ji dimyat Bipirs ji Hetîn Kîme ez? Ez im Erdeşîr Ew Noşîrewan Kesrayê mezin Bi tac û eywan Dostê kevnare Ko bûne dijmin Ser ditewandin Ber agirê min Ez im ew qelaş xurt û pehlewan Xerac min distan ji Hind û Yewnan Kîme ez? Ez im gernas ez im ev mêrxas Belê ez im Kurd Yro ez mame Bindest û zigurd Ew tac û eywan Tev çûn û rizîn Dijmin nav û deng Tev ji min dizîn Xistin laşê min mîkrobên teres Ta bûm perîşan bê nav û nekes Kîme ez? Ez im ew kurdê serhişk û hesin Yro jî dijmin ji min ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr Biteqim ji bin Dîsa wek mêra Bikevin çîya Naxwazim bimrim Dixwazim bigrim Kurdistana xwe Axa mîdîya Kîme ez? Kawey hesinker bav û kalê min Perçiqand serê Zehakê dijmin Ji gerdana kurd Wî şikand zencîr Serê me parast Ji birîn û şûr Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz Zivistan diçî Ew rojên ne xweş Parêz dibî kurd Ji dêwê zergeş Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan Kîme ez? Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz Divê bistênim Wilo nemênim Bigrim tol û doz Fermandar bim ez Li ser Kurdistan Bo min bimênin Ev bax û bustan Ev şax û ev deşt Rez û şînahî Bigrim destê xwe Dil xoş û şahî Zana û xwenda Dezgevanên xurt Vî warî bigrin Bikin ronahî Kîme ez? . Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar Ez im ew Lolo Kardok - û Kudî Ez im Mad û Goş Horî û Gudî Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor Çend hezar sal in Kurdistana min Perçe perçe ma Bindestê dijmin Kîme ez? Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Bûne Olperest Bi tizbî û xişt Ta dijmin şikand Li me ser û pişt Me dan bin lingan dewlet û hebûn Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn Ta ko Kurdistan Ta ko Kurdistan Jar û perîşan Kete bin destan Kîme ez? Ez im ev milet ez im ejdeha Ji xewa dîlî şîyar bûm niha Dixwazim wek mêr Dixwazim wek şêr Serê xve hildim Çi ser bilind im Bi cîhan carek Ez bidim zanîn Rêçika Markîs Rêçika Lenîn Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem Bejin bilind im Wek Dêw bilind im Ez dest dirêj im Serbest dibêjim Dixwazım bi lez Gavan bavêjim Kîme ez? Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez Serdarê me ye gernas û nebez Em şer naxvvazin Divên wekhevî Em paşve naçin Dijmin direvî Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan bimrî koledar Kîme ez? Cigerxwîn _______________________________________________________ *********************************************************************************** Who Am I? Who am I you ask? The Kurd of Kurdistan I am In the face of enemy Fire and dynamite When furious Like a volcano I shake the mountains The sparks of my fury Are death to the foe. Who am I? ! I am in the east With forts and castles Towns and hamlets Rocks and boulders I saved the Middle East From invading Turks And the crusaders. Who am I? ! Ask the Near East Ask the Middle East Villages and towns Plains and deserts They were once all mine When by war and knowledge I defeated rivals To become crowned Over an empire That reached India. Who am I? ! I am the proud Kurd Of a noble race The enemy's enemy To the peaceful friend Like my mighty ancestors I want to be free Not forever oppressed By this enemy Who won't leave in peace. Who am I? ! I want to liberate My parks and meadows From the tyrants From the corrupt Shah The Turkish juntas So I may live free In my own homeland Like other nations So I can rebuild And contribute To the good of mankind. Who am I? ! The one who defeated Richard the Lion Heart My own blood I shed To defend these lands A thorn I once was In the enemy' side In my shadow lived Turk and Persian Many a king held The halter of my horse Yes I am the warrior I am Saladin The King of Egypt, Syria and Palestine. Who am I? ! I am Ardasher I am Noshi Rawan In the ancient days Rivals feared my kings Regretted their wrath. I knew no fright With adventure in love From India to Greece They paid me tribute. Who am I? ! The Kurd of Kurdistan I am Now poor and oppressed My castles and forts Remain demolished My name and my fame Swindled by assailants Who set germs to my body To paralyse my being And make my nation Nameless with no friend. Who am I? ! The unyielding Kurd Who despite it all Still formidable To his enemies. The smell of dynamite Is again in my nose The desire to erupt Is lively in my heart I am the fighting valiant In my majestic mountains Not for the love of death But to live free In my Kurdistan The land of the Medes My proud ancestors. Who am I? ! I am the descendant Of Blacksmith Kawa Who slayed Dahak The notorious tyrant To break off chains From Kurdish shoulders And save many heads From his death list With his death ended The long vicious reign And Newroz was born To mark a new day Replacing darkness By the bright sun Offered by Ahirman God of wisdom and light Who defeats Ormazd The cruel evil god As revealed long ago By Zoroastra. Who am I? ! The maker of Newroz Seeking my destiny To rule my own land Enjoy my orchards Relish the sacred wines Of my own vineyards I shall pursue knowledge To again break the chains So I can breath The wind of liberty Who am I? ! Khaldaw and Mitan Nayri and Sobar The son of Lo Lo Kardokh and Kodi I belong to the Medes Hori and Gudi Kurmanj and the Gosh Kelhor, Lor and Gor. Despite oppression And the division I am on my land Kurdish to remain. Who am I? The son of the Lor Kurmanj and Kelhor Who lost crown and reign When in the name of religion They were once betrayed To became powerless Rosaries in hands Duped by the rulers Deprived of their wealth Fighting each other Divided and torn In the oppressed land My wretched Kurdistan. Who am I? The child of a nation Awaken from deep sleep To march once again As a proud lion To let the world know My struggle will go on In the path to freedom. I shall learn from great men of every era I shall make a vow To my ancestors Salar and Sherko As well as Daysam That this will of mine will remain alive. Let everyone know I announce with no fear Liberty is my goal I shall never give up. Who am I? I desire peace Not to shed blood But I have enemies Who deny my rights I stretch my hands They betray and lie. My friendship I offer To all the nations Death to oppressors Long live Kurdistan. Who am I? A poem by the Kurdish poet Cigerxwîn (1903 - 1984) Translated and adapted into English by Shahîn Bekir Sorekli

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.