Şam Şekire Welat Şêrîntire

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Welatê min tiwî bûka cihanî Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî Şepal û şeng û şox û naz û gewrî Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî Serî taca Silaheddînê kurdî Enî roje, di birca asimanî Du birhên te kevanên Rustemê Zal Du zilfên te ji tîrên qehremanî Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik Ji te hêstir şeraba Kamîranî Du lêvên te kitêba Hacî Qadir Zimanê te ji benda şêxê Xanî Çena te guhê Cûd û Şax û Hebler Qirik eywan û taqa kesrewanî Di sînga te kitêba Zendevista Memik ferfûre têde neqşê manî Du destên te tixûbên Tirk û Îran Hero cenge bi tîrên zerveşanî Ji sînga te bi jêr de geliyê Laleş Ziyaretgehe bo me her zemanî Bi nîşan û bi nan û xwîn rija Me dest girt û qelen da û tu anî Ser û pa zend û baz in tev bi hinne Hemî sor in ji rengê erxewanî Bi te em şa ne bûn ev bû du sed sal Ji me dengê tivinga çûye banî Bira û law û bav û ap û pismam Li ser te hev di kuştin pehlewanî Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer Dihatin hev li meydanê beranî Bi talan û bi kuştin, hem bi sotin Me konê şer li ser sînga te danî Emîr û begler û paşa û axa Kirin wêran sera û birc û xanî Li alîkî te deng û ceng û halan Li alîkî sedayê xweşê sanî Hemî bûne mirîd û şêx û sofî Bihiştî ne çikin nav û nişanî Li axur radizin lê şêx diçî jor Berî nîvro ji banî tê giranî Ser û pa tev dikî gulav û ember Dibê nûre kero ma tu çi zanî? ! Bi van xapan dixwarin xiwarinên xweş Wekî şêx û melayên vî zemanî Du derdên me hebûn dijwar û xeddar Xizanî yek, ewê di her nezanî Weke şêr û pilingan em diçûn hev Penîr rovî ji meydanê hilanî Me ew rojên ciwanî tev bi derdan Bi zîvarî, belengazî, şivanî Herê bûkê pepûkê jar û mestê Li ser sînga te zava man biyanî Te reş daye serê xwe ber li ser me Li te rokê dibî pîroz kitanî Cegerxwîn e kurê te her dinal Ji ber jana nezanî û xizanî..

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.