Serxweshım

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Li meyxanê bila Xanî bî meyger Bi yek camê dilê Camî bikî ter Cizîrî û Herîrî bên semayê Ko dilxweshbin bi dengê rist û nayê Bi destê Ermenê bigrî Feqî xwesh Di dilda gur bibin sed pêt a atesh Bila Batî bidî lotan li hawîr Birîvkanî li her alî bikî qîr Bila Nalî ji reshbiskan binalî Ji maçên lêv û çavên resh xezalî Bila Hacî û Macin wek Siyahposh Li wê navê binalin gêj û serxosh Ku serxweshbin bi wan resh - xewne -xavan Shikestî per di nav reshbisk û davan Ku çîm sîmê li ser çoka mi rûnî Bi min xweshbin ji dil jîn û hebûnî Ji baxê paxilê bigrim du sêvan Meyê firkim bi lêvan ez j ji lêvan Beranê kel li ber sîngê belendîr Cigerxwînim dibim îro cihangîr.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.