Oy Oy Etê
C Cejno
0
Altın Yaprak
Derê mala we mermer e
Tu li ser ra here were
Ê ku bi dilê xwe nezewicî
Mirin jê re zêrê zer e
Oy oy etê , oy oy etê
Keçka rindik dilê'm ketê
Birin dane lawikê metê
Serê dil xençer lêketê
Şevê reş e ditirsime
'Eyam sar e diqeflime
Kî navbera dilê me keve
Mala bavê agir pêkeve
Oy oy etê , oy oy etê
Keçka rindik dilê'm ketê
Birin dane lawikê metê
Serê dil xençer lêketê
Sibê zû ye sibê ro ye
Li ber malê dawestiye
Xelk û alem tev dizane
Min û te va dil girtiye
Oy oy etê , oy oy etê
Keçka rindik dilê'm ketê
Birin dane lawikê metê
Serê dil xençer lêketê
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş