Dewrêşê Evdî Şarkı Sözü

D Delîl Dîlanar
0 Altın Yaprak
Türkçe Çevirisi Aşağıdadır. Delalê min way delal, delalê min way delal, delalê min way delal, way delal, way delal Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo dewêşo Dewrêşê li dilê min sîwar bû, li derê mala bavê min peya bû Dewrêşê li dilê min rebenê sîwar bû, li derê mala bavê min wê porkurê peya bû Xwedê xera bike destê min ji agirê cixarê, fincana hatin û çûyina mêvana xalî nebû Min dît keçika cînara xeberê ne bixêrê ji min re dihanî vax Digo: lê lê porkurê ma tu nizanî Dewrêşe dilê te xeyîdî, ber bi mal bû Ewê gavê çavên min mîna taviya berf û baranê ji hesira xalî nebû, ez nemînim. Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delalo wax... Delalê min way delal, delalê min way delal, delalê min way delal, way delal, way delal Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo dewrêşo Dewrêşo lo, were mala bavê min mêvanî, Dewrêşo berxo, were mala bavê min porkurê mêvanî, Ezê ji Dewrêşê dilê xwe re dayînim kulavekî sor yê Xorasan'ê Ezê ji Dewrêşê dilê xwe re serjê bikim miha sora ser beranî Gava kalê bavê min û pîra dayîka min gotin : lê lê porkurê kanî miha sora ser beranî ax Ezê bibêjim korbûno şivanê me lawikê xelkê bû, şev bû tarî bû ba bû baran bû, ji çolê nehanî gura xwarî Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delalo wax... Delalê min way delal, delalê min way delal, delalê min way delal, way delal, way delal Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo dewrêşo Dewrêşo berxo ne bi hatinê qet ne bi çûyînê, Dewrêşo lo ne bi hatinê qet ne bi çûyînê ax Dewrêşo berxo heft birayê min hene li ber kuştinê, kalê bavê min û pîra dayîka min ser teneşoyê li ber şûştinê wax Gava çavên min porkurê bi çavên derwêşê Evdî kinê kalî mêra diketî ji min wekirî temamî sax e li heyata vê dinê Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delalo wax...

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.