Ez Helandim
D Devran Arhat
0
Altın Yaprak
Ka ew soza te dabû min
Bêje ka tu li ku yî yara min
Agir berda te wî dilê
Çima nayê dilxwaziya min
Agir berda te wî canê
Çima nayê mikana min
Ez helandim ez helandim
Keçika Seyda ez helandim
Bona eşqa vî evînê
Dixtor hekîm ez gerandim
Dua dikir min şev û roj
Carek dinê te bidîta
Dilê bavê te kevir bû
Te girt da welatê 'evda
Dilê bavê te kevir bû
Te girt şand welatê dûr da
Ez helandim ez helandim
Keçika Seyda ez helandim
Bona eşqa vî evînê
Dixtor hekîm ez gerandim.
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş