Delala Dilê Min Yarê
E Erol Berxwedan
0
Altın Yaprak
Yara min ketiye xewê
Wey lê lê yarê yarê
Bejina wê siterka şevê
Delala Dilê Min Yarê
Wek ava çem û kanî
Wey lê lê yarê yarê
Kêf û eşqa vî canê
Delala Dilê Min Yarê
Ez zêra bihelînim
Wey lê lê yarê yarê
Gerdenê dor gerînim
Delala Dilê Min Yarê
Destmala desta nîn e
Wey lê lê yarê yarê
Bi xwe re bigerînim
Delala Dilê Min Yarê
Bi zêran neneqişîne
Wey lê lê yarê yarê
Ber çavê'm fayde nîn e
Delala Dilê Min Yarê
Ji min re nebên şerm e
Wey lê lê yarê yarê
Hezkiriya dilê min e
Delala Dilê Min Yarê
Gotin : Erol BERXWEDAN
Mûzîk : Gelerî
Berhevkirin : Erol BERXWEDAN & Firat GÜNEŞ
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş