Delalamin
G Grup 7 İklim
0
Altın Yaprak
Dil tarûmar,
Ewrû ezman li ser dilê min bûne bar
Li benda min bimîn delal
Ezê bêm, gorê li ber min bibin dîwar
Jiyana min bê te tune
Birîna min tev bi xwîn e
Bi roj û şev diqêrîne
Delala min
Tu xezal î
Çol û çiya li pey te ez bûme berî
Tu nezanî
Derdê min yek bû te xiste bi hezarî
Ewr çûn, ezman tazî ma
Xeyala min mîna berf û baranan, bi ewran re çûn neman
Sitran di şeveke tarî, rojekedinê hejayî
Bi lorîkan ve man girêdayî
Ez im ez, ê kû bi şev û roj bi derd û kula re yî
Roj hat laşê min li erdê mayî
Kes ku min bisekine nemayî
Ez heme, ez tune me ji çi re fêdeyî
Tişt li dû min nemayî.
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş