Sîpan Sîpanê
H Hozan Serhad
Günün şiiri
· 26 Eylül 2026
0
Altın Yaprak
Sîpan Sîpanê Kürtçe Sözleri
Kê here axa Tetwanê
Wê bibîne çiyayê Sîpanê
Cih û ware Siyabend û Xecê
Xemla rewşa Kurdistanê
Sîpan Sîpanê, Sîpan Sîpanê
Sîpan Sîpanê Xelatê
Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilind bûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cinnetê
Ava te ava Qudretê
Te kul û xem pir dîtiye
Zilm û zorê te pir diye
Xwezgînî xwe ji te girtin
Soz û peyman wan dane
Sîpan Sîpanê, Sîpan Sîpanê
Sîpan Sîpanê Xelatê
Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilind bûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cinnetê
Ava te ava Qudretê.
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş