Roboskî
Î Îbrahîm Rojhilat
0
Altın Yaprak
Roboskî Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi
Ji bo jiyanê ketime rêyan
Barê min giran, jiyan perîşan
Ji bo parîke nan, xatirê xeyalan
Ketim kemîna gur û hoviyan
Hêsirên çava di nava xwîn û xirarê de man
Qêrîna dayîkan çiyayên bilind û berfê diqelaşt û digihîşte 'erşên Xwedê
Hestên bêxwedîbûnê dikete nava dilê Kurda
Dîrok bi hêsirên çavên dayikan dinivîsand çarenûsa me
Û Ew roj li erdnîgariya bi xwîn,
Dunya bû weke agir xwe cih kir di nava dilê dayikên Kurdan de
Stêrkên şevê ezman reş û tarî
Xwîna sor herikî ser berfa sipî
Pêxas û tazî laşê min cemidî
Jiyan ji dest çû bê war û bê xwedî
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş