Kul û Kulîlk
J Jan Axîn
0
Altın Yaprak
Kul û Kulîlk Kürtçe Sözleri
Ger ez ba bûma...
Min ê porê te bialasta.
Ger baran bûma...
Min ê xwe li nav çavê te bixista
Îcar jî ji vê kulê nemirim.
Ji bilî kulîlkan
Careke din ew hez dikim.
Xezalên tî evê vedixwin
Ji golên çavên te
Çûkên baskokirî
Dilûsin li ser milên te.
Meşka xwînê ye ev dilê te.
Hevîrtirşê êvara ye kilê te.
Îcar jî ji vê kulê nemirim.
Ji bilî kulîlkan
Careke din ew hez dikim
Ger ez ba bûma...
Min ê porê te bialasta.
Ger baran bûma...
Min ê xwe li nav çavê te bixista
Îcar jî ji vê kulê nemirim.
Ji bilî kulîlkan
Careke din ew hez dikim.
Gotin: Rênas Jîyan
Muzîk: Jan Axîn
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş