Gelawêj

M Mehmet Atlı
0 Altın Yaprak
Sipiya berfê ne paqije Ne zelale av qasî dilê te Ronî dibe mîna rojê Ne delalin kulîlk qasî rûyê te Porên te keje, çavên te gelawêj e Dişewitîne dihelîne, bejna te min dikuje Ne bese sekinîm li ber deriyê wî dilê te Ne bese şewitîm peritîm cemidîm ez Ne bese bêje tu xwedê bêje Ez nabêjim tu bêje Stêrka sibê tuyî, tîna rojê tu yî Germa hevînê, mîna bûharê tu yî Delala min tu yî, hevala min tu yî Bê lome be, zalima min tu yî Kulîlka heft rengî tu yî Jêhatî pir şengî Guh bide vî dengê Ma ne dijminê min î Nesîbê min tu yî Qedera min tu yî Ji xwedê ve eyan e sorxwîna min tu yî.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.