Xaçirêk Şarkı

M Mem Ararat
0 Altın Yaprak
Evîn xaçirêkek tenge li Botan Keziyeke, difire li vî wara Dile min bû kevokeke li Gabarê Xwezî zimanê rê heba û bigota Kî û kê pişta xwe sipart van zinara Ev evîn wê min jî bibe goristanê Konê penaberiyê li pişta min û te heval Ew şopa li ser berfê ya karxezaleke lal Dikale li pêy dayikê, dayik li kolanê bê can Dayik êdî çiya ye , çiyayê bi dar. Ew rêça dirêj dibe li Nisêbînê Tasek ava sipî vexwar ji dil û can Xwedê zane ev ewr ew ê bi ser me de bigirî Xwezî basikê min heba û biçûma Min deste xwe dirêj kira heta tavê Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê. Konê penaberiyê li pişta min û te heval Ew şopa li ser berfê ya karxezaleke lal Dikale li pêy dayikê, dayik li kolanê bê can Dayik êdî çiya ye , çiyayê bi dar. Gotin û Muzîk: Mem Ararat

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.