Were Dilê'm Şa Bike
R Rojbîn Kizil
0
Altın Yaprak
Ezê herim ji van çiyan
Rûnêm binê wan deviyan
Bila xelq bêje reviye
Were dilê'm şa bike
Tiştê te kir ji bîra'm narê
Hin jî ji te re dibê'm yarê
Te kezeba'm hanî xarê
Were dilê'm şa bike
Tu yeke dil wek kevir e
Heskirina te ne ji dil e
Ji xwe derdê min besê min e
Were dilê'm şa bike
Ez behicîm li min binêr
Dîn û îman bi te tune
Kî li min nihêrî dibê guneh
Were dilê'm şa bike.
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş