Ez Çavreşa Xwe Nabînim

S Seyda Perînçek
0 Altın Yaprak
Dora min reş û tarî ye Ar bi dilê min ketiye Ez çavreşa xwe nabînim Felek rêka min girtiye Ez xezala xwe nabînim Felek rêka min girtiye Bê te jiyan bi me zor e Diçe 'emir mîna hor e Ji roja ku te nabînim Wan çavên min weke kor e Dil xeber şand bi bayê re Min go bibe ji yarê re Bila biskê xwe bişîne Bi wî çemê ber malê re Ezê biskê te hilînim Li ser birîna xwe daynim Hekîm tu yî derman tu yî Guneh dibe ez ne mirîme

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.