Mamê Min

Ş Şivan Perwer
0 Altın Yaprak
Were dotmam were dotmam were dotmamê Tu kulîlka nava şax û zozan Wele dotmam heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye Ax de bila li min û dotmama min nekin gazind û loman... Ay de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê Wele dotmam ava şetê me şerbet e... Pêla navîn li ser hev kete Lê dotmam dibê evînîka xelk û alemê adet bû Ax ya min û dotmama min li Cizîra Bota bûye çi qebhete Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê Wele dotmam ava şetê me hêşîn e, pêla navîn ser û bin e Wele ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Wela heke mamê min dotmama min nede min Wele ezê çepilê dotmama xwe bigirim birevînim Biqelibînim ser çemê Xalidikê… Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê… Wele domam wele domam, navê dotmama min Gulçîn e Tava heyvê daketiye Cizîra Botan ser û bin e Ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Lê lê heke dotmama min nede min Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î Ax de dotmamê dotmamê Wey de dotmamê, ax zerî kubarê, wez bi xûlamê

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.