Ez û Tû Şarkı

X Xecê
0 Altın Yaprak
Tofanek bû çûyîna te Mîna ku êşên hemû birînan Tenê li ser zimanek bar bikî An jî evîneke pîroz Ku di hemû kitêban de qal tê kirin Ji dilekî henûn û jankêş veqetînî Mîna ku di hemû goristanên welatê min de Şîna te bigere Weke ku devê hemû zarokên şîrmij Ji pêsîra dayîkan bikêşî... Dem payîz e Pelên daran hemî weşiyan . Çûkên koçber ji hêlînên sêwî firiyan Ewrên tarî, esmanê şîn Bi me giriyan Tu li wir ma Ez li vir mam Tu li benda kêyî Ez tu yar Ji hev dûr man Tu li benda çiyî Mîna ku welatek dagir bibe Bajarek bibe penaberê ser sînoran An jî çawa bêjim Mîna ku di asoyeke dûr de asê bimînin awirên te Mîna ku du dest qirika te biguvêşin Û dernekeve dengê te Mina ku ji nişkeve pê bizanî ku ji temenê te Bi sedan salan dem û zeman bihuriye Kenê te yê xweş Şevçiraxa şevên tarî bû Jiyan ji bo me Kêf û şahî dil û yarî bû Bêje yarê çima berbang Li me tarî bû Tu li wir ma Ez li vir mam Tu li benda kêyî Ez tu yar Ji hev dûr man Tu li benda çiyî Gotin û Mûzîk: Kadir Çelik Helbest: Aytekin Karakaş

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.