Derdê Dûriyê
X Xêro Abbas
0
Altın Yaprak
Xem û derdê min dinyayê birin
Roj û şevê min pêt û agir in
Heval û hogir teva barkirin
Nizanim sax in, nizanim mirin
Nizanim gunhê me çi bû
Hey dunyayê hey dunyayê
Tev bûne rêwî, ketin ser rêyan
Bûne wek teyrên ji ref qetiyan
Ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê
Ez mame xerîb, li nav xwediyan
Nizanim gunhê min çi bû
Hey dunyayê hey dunyayê
Jiyana min bû, wek şevek tarî
Pişta min tewiya, ji bar giranî
Hêstir ji çava, ser rû dibarî
Nebextê zemên, go bi min dikarî
Nizanim gunhê min çi bû
Hey dunyayê hey dunyayê
Xew neket çava, dimînim şiyar
Çav li rêya we, ji min re bûye kar
Havîn zivistan, nabê wa hat buhar
Xerîbî tucar ji me re nabe war
Nizanim gunhê min çi bû
Hey dunyayê hey dunyayê.
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş