Penaber

A Aram Tigran
0 Altın Yaprak
Karwanek wa dîsa bi rê ket Bûn wek koçeran û felaket Xeml û xêza wan karwana reş in Bi derd û kul pey hev dimeşin Penaberin penaber Wek koçera der bi der Welat welat digerin Bûne wek teyrê bêper Heywax li min, heywax li min Penaber in koçer in Heywax li min, heywax li min Wek teyrê bêper in Karwan karwanê kul û derdan Dev ji mal û milkê xwe berdan Digerin wek koçeran der bi der Rih û can û milkan tev li ser dan Penaberin penaber Wek koçera der bi der Welat welat digerin Bûne wek teyrê bêper Heywax li min, heywax li min Penaber in koçer in Heywax li min, heywax li min Wek teyrê bêper in Karwan karwanê penaberî Ronahî li wan bûye tarî Nizanî ne dikenin ya digrîn Nizanî ne sax in yan mirî Penaberin penaber Wek koçera der bi der Welat welat digerin Bûne wek teyrê bêper Heywax li min, heywax li min Penaber in koçer in Heywax li min, heywax li min Wek teyrê bêper in

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.