Koçerê
A
0
Altın Yaprak
Çengek din min vexwara
dildarê kaniyê wê me,
der dibin ji tehta,
spî,
zelal,
qir - qeşa,
qir - qeşa ye ava kaniyên welatê min
Ku asik diçêrin, kerî
ref ref kew têne ser wan
û şivan li bilûrê dixe
bêrîvanî têhn, kerengvanî westiyayî
xwe berdidin dora wan
te, pûng diye.
nedîbe, te bihîstiye
ya, navê kevzê
keçikekê çizmak daye hev
yeka din ji tolikê tê
xortekî pişt daye tehtê
evîndar,
qîr dike, "koçerêêê!"
koçerê,
bi te re koçer bûma!
bi te re têr bûma, birçî bûma
girtî bûma, kuştî bûma
li van axan, koçerê lêêê
bela ne penaber bûma!
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş