Xerîbim Dayê Şarkı

A Ayşe Şan
0 Altın Yaprak
(Türkçe Çevrisi Aşağıdadır) Daykê qurban ava çemê Diyarbekirê dîsa îro tê ye lem e lem e. Dayê qurban pêl bi pêlê dixe davê ser kelem e. Îro dilê min şewitî dayka min Hecî Xanim ket bîra min e. De hêsirê çavê mi xerîba Xwedê fena barana biharê têne Çavên min bêkesê xalî nebûne. Heywax dayê, xerîb im dayê Heywax dayê, bêkes im dayê Kesê min nema li vê dinyayê Dayê ez bimrim dayê. Heywax dayê mala min şewitî, mala min şewitî dayê Dayka min nexweş e, haya min jê tu nîne Dayka min dinale haya min tu nîne Der û cînara, heval û hogira digotin: Elîf Xanim emê bang kina keçên te, Zehra û Salîheyê Hecî Xanim dibêje: Wele wez naxwazim, bira kesêk neyê serdana min e. Hunê ji bo Xwedê têlefonê vekin Ku nebû, li têlê xin xebera min nêzîk bikin Bira Eyşana min a dilşewitî were bikê xizmeta dayka xwe, Ew ezîza ber dilê min e,way lê dayê. Eyşana min bira were min bibe ser dixtor û hekîman Ji xeynî Eyşana min kesê min tu nîne. Heywax dayê, xerîb im dayê Heywax dayê,  bêkes im dayê Kesê min nema li vê dinyayê dayê Dayê qurban, ez bimrim dayê. Heywax dayê, mala min şewitî, mala min dayê. Kûla Xwedê bikeve mala bavê Osê Salih e Wele dizanibû ez qîza te Eyşe Şan li ku me. Xeberek ji bo xêra Xwedê nedane min e. Dayê qurban, ez bimrim dayê. Heyfa şîr û emegê te li van ewladên bêxêr e Li goşê xestexanê te bêkes û bêxwedî hiştine Xuşkên min Zehra û Salîhe ne, li ber serê te ne Dayê dayê, ez bimrim dayê. Heywax dayê, xerîb im dayê Heywax dayê,  bêkes im dayê. Kesê min nema li vê dinyayê Dayê, ez bimrim dayê.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.