Lê Lê Dayê

R Rojda
0 Altın Yaprak
Lê lê dayê ez rêwî me Rêkam dûr e dixwazim herim Ez dizanim tu dilşewat î Bextê te me tu megîrî Wey xerîbî tu çiqas zor î Destê xwe bide ez bi gorî Serê xwe daynim ser çoka te Min re bêje, berxê'm lorî Dilê dayika min dikele Wek wolqanên bilindê çiyan Avên çavan bûne kanî Ew paqijiya dilê dayîkan Wey xerîbî tu çiqas zor î Destê xwe bide ez bi gorî Serê xwe daynim ser çoka te Min re bêje, berxê'm lorî Ax lê dayê, xerîbî zor e dayê, lê dayê Roj berbangê te bibînim Derdê dilê xwe birijînim Min hembêz ke bişidîne Ax lê dayê tu şêrîn î Wey welato tu şêrîn î Wey xerîbî tu çiqas zor î Destê xwe bide ez bi gorî Serê xwe daynim ser çoka te Min re bêje, berxê'm lorî

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.