Ez Şehîdek Bê Navim
B Brader
0
Altın Yaprak
Ez şehîdek bê navim
Tirb a min ne xuyayî
Şevek teqîn û nalîn
Stêrk a min rijîyayî
Belkû serê çîyakî
Belkû ser zinarekî
Li ser darekî kizwanê
Min navê xwe kolayî
Mirin a bi meranî
Xweştire ji bindestayî
Ez şehîdekî bê navim
Hûn ware min nizanin
Li bajarê Cizirê li qıraxa wê avê
Carna suka Licê me ku agir dabû navê
Li bajarê Amedê binê dara çinarê
Sî û sê sipîndarim carna li Gola Wan ê
Ez şehîdek bênavim
Ezim termê windayî
Ezim çemê qesaba
Dil u gurçik firyayî
Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî
Ezim Çîyaye Agirî gel namluyên çiryayî
Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî
Ezim derya Merdinê xezal a çav rijayî
Ezim Sîpanê Xelatê Xecê li ser giryayî
Ez şehîdekî bê navim
Hûn warên min nizanin
Li bajarê Helepçe Zarokê li ser desta me
Li bajarê Mihabad
Şehîdê Çarçira me
Li bajarê Amûdê
Li nav agirê Sinem a me
Li welatê xerîbîyê Braderim ez..
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş