Nazikek Min Seherê Dî

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Nazikek min seherê dî bi cemala xwe ne wek Hor û wildan û perî bûne beşer bûne melek Wer temaşayê şehîdên xwe ke carek tu binê “Ehsene l-lahu we-tebarek” ji du çehvên di belek Sinbilên ter li gulan pal-i bi mestî diderin Sosinên taze li nisrînwereqan bûne helek Nazika min ko bi mestî di çemen hat-i xeram Ji hesed çûne xusûfê meh û mihr-i di felek Ê ji xeflet te bibînit ko dimînit heyihat Te bi çehvên di belek kuştine mezlûm-i gelek Zerreyek ’işqê giha kê we ji ’eqlê xwe nebir “Kullu men şadefehu dahiyetu l’işqi helek” Xwisroyê ’işqê ko rûniştî li ser textê wucûd “Fetehe l-qelbe ’ele l-fewri we-li r-rûhi melek” We çi ’işq û çi selamet herdu dûr in ji yekê “Kullu men yesluku hubben subule n-nari selek” Ah-i bêgavê ji dil tên me ji pêta di ceger Bes tu bêfeyde neşîhet ke me dil bûye pelek Ma ji ’umrê me çi mabit were êdî vi me ra Da di eqtarê wucûdê bikirîn seyr-i melek Di ’stiwa’ê ko ji husna te veda lami’ekê “nezeru ş-şemsi mine ş-şerqi ile l-xerbi delek” Afitabê ko ne teşwîr-i ji husna te bitin “Nûruha fî nezerî zulmetu dacin we-helek” Ji hewa bend te kirim şubhetê bayê di sivik çi ji biska te bibêm ah-i ji biska te çelek Ez ji zulfa te veristim mi teleb kir lebile’l Lê di çaha zeqenê bê ser û pa çûme helek Bi umîda te homayî ne Melê tor-i veda Wer temaşayê cehan bûye hemî tor û şebek

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.