Bîranîn

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Ey dilo jaro li kûne, Desht û zozanê dimin? Kanî ew cejn û sema û Geşt û seyranê dimin? Guh bide ber qîr Û nal û ah û waxanê dimin Min divê ku nû ciwanbim Biçme nav bax û rezan Kanî ev reng nuciwanî? Kanî bostanê dimin? Şahî û nûroze îro Tên semayê kesk û sor Têne ber çavên me gav û Çax û dewranê dimin Keske sorin çox bi surme Ser bi zêrin cerg û bez Ka li kûne: dehrî û Xeftan û mîtanê dimin? Ah di bîra minde mane Ew demên şêrîn û xweş Tevger û lîzên bi lotik Dengû xoşxwanê dimin Min di nav bax û rezande Lot didan bê tirs û pirs Min gul û nêrgiz didan hev Ka gulistanê dimin? Serxweşê dengê bilûra Wî şiwanê ber zinêr Kanî îro ew bilûr û Ew bilûrvanê dimin? Tev di bin lingên neyaran Tên pelaxtin yek bi yek Ew kelat û ew sera û Birc û eywanê dimin Ey Cigerxwîn bes bibêje Pir dirêje ev deram Maçê lêvê erxewanî Derd û dermanê dimin.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.