Bilbil û Gul

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Bilbilê dilkul dinalî, Her li ser dêmên gulê, Gul çi zanî ku li ser kê, Wer dinalî bilbil e? Pertewa dêmên sipî Carek li dil ku ew nedî Çend bikî qêrîn û zarî Kî dizanî dil kul e? Dilgirê wek bilbilê Herdem bi nalîn û girî Girtiyê benda evînê Dil li benda sunbil e. Dilbijê bê çare çibkî Bil ji qêrîn û girî Ê di benda dil revînê Kî dizanî bê dil e? Ev xem û derd û elem Ku min di dil de pir civîn Tev ji pêt û pertewa Şaha bi tac û sunbil e Ew kesê sewdan li ser Naçî rêza dilgiran Her çiqasî ew bi gazî Rengê dengê zengil e Ger ji dêmên sorgulî Pertew nedî nêv can û dil Nakevî nêv bend û dava Zulfê mest û fulfil e Ez di benda dilrevayê Tîr ji birhan têne dil Lêw me dil herdem bi destê Nazika reş-kakile Ew kesê carek diye Derdê evînê wî bi dil Jar û sergerdan û meste Xweş dizanî 'moşkil e' Pertewa dîdariyê Ku mêxolî ez kirim Laleş a min ser li ber Danî li sîng û paşilê Bûye çil sal ku cigerxwîn Bû ji tîrên ebriwan Lew me dermanê birînê Lêv û sêvên paxile

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.