Çavreşa Min

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Şêrîn û çavreşa min, gelek delal e dîlber, Ya Reb çi şox û şeng e, ciwan û rind û nûber. Narîn û bînxweş û geş, qibla me aşiqan e, Letîf û zehre-sîma şepal e wek gula zer. Sîne çi gewr û boz e berdane ser du fincan, Sed heyf û sed mixabin destê çepel herin ser. Çen gewher û diran-zêr şekir ji dev dibarî, Di guh de zerguhar im, gerden belor û mermer. Çavên nekilkirî, reş xweya ye poz bilind e, Rû pût û lat û mabût zilfên siyah du ejder. Weqs û qezeh du ebrû bisk û kezî ji maran, Runiştî textê Dara taca keyan li ser ser. Bi Ehreman nizanim, pesnê wê ez çi bêjim, Pûtxane pû ji bo min, min ser keşî li hember. Yarê te ez Cegerxwîn, bêdîn kirim, kirim dîn, Miftî ez im di eşqê, rabe bikuj bi xençer.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.