Dayê Tu Megrî!

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Rom û ecem tev welat vegirtin Bindest dijîn em, ji ber ku kurd in Çira û rewşen li me vemirtin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Xwendin nehiştin li nav me kurdan Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Şêx û began tev em kirne kola Bê maf û bê cî berdane çola Dan ser milên me darên dehola Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin Azadîxwazên cîhan dibînin Divê ku dijmin bi zor derênin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Va em şiyarbûn, xwende û zana Me rê tev girtin ji ber nezana Zû, zû me naskir ev reng dizana Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Dijmin du nifşin: hundur û derve Hinek di binve, hinek di serve Kurdên nezan jî tên me bi serde Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Divê ji bo te em rast bibêjin Bindest û kola tim jîndirêjin Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Em tev diçin tên, dolab û çerx in Mebîne ko em ciwan û ferx in Divê ku dijmin ji nav xwe derxin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Divêt bi leşker herin zinaran Konê xwe vegrin li pêş neyaran Êrîş bikin em bi gullebaran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe Kelaşînkofê bavêj milên xwe Xeman em derxin ji nav dilên xwe Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Sûndê dixun em bi pût û late Heta ku negrin Zab û Ferate Serbest nekarin em bêne ba te Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Rabe bi hev re em herne şaxan Derman bikin jin: lash û kelaxan Ronî bidin xweş rengê çiraxan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Milên xwe bidne milên me şêran Di şevreşan bin rengê sitêran Şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Dayê em xortin xwîna me germ e Bindest bimênin ji bo me şerm e Ta kengî dijmin paşa li ser me? Ger bêne kuştin, dayê tu megrî! Îdî me nabên ev reng û ev jîn Em tev shiyarbûn Ferhad û Şêrîn Em guh didêrin dengê Cigerxwîn Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.