Dılgırtına Kora

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Kor bû Mihemed Heso Dil ket Helîma Reso Dema dighane cem hev Roj li cem wan dibû shev Dest dibir ser miwê wê Diçû çav û riwê wê Hevdî dikirne hembêz Dev û rû tev dibûn mêz Lashê wan tev dihejî Dil ji evînê tijî Pêjinker bûn bi guhê xwe Zû diguhaztin cihê xwe Mihemed qalûnkêsh bû Herdem qalûn li pêsh bû Wî xwesh dikshand bi kush-kush Dixan li ser dibû mij Med go: Mihemed Heso Dil ket Helîma Reso ... Wî nasnedkir navê me Dijûn didan bavê me Dar tavête nigê me Carna diket zikê me Xort û qîz bûn lê ciwan Em zaro bûn, pir nezan Med go: çima roj û shev Ev herdû kor dighên hev ? Evîna wan xwesh û rind Bûbû çîrok li nav gund Herkes bi wan dikenî Lê, ne raste, ez benî, Kor jî weke me mirov Heta weke hirç û hov Xwedî dil û tijî vîn Ew jî dilbijên evîn Evîn timî wek are Lê ya koran dijware Kor bi koran tim kedî Bê fehêt û bê fedî Hevdî digrin, bernadin Kes nabênin, azadin Ne sherm heye, ne fedî Karê wan zû naqedî Hevdî digrin, digvêshin Weke mêsh û derwêshin Li nav bexçe dimênin Korin, kesî nabênin Dixwaz in bibne yek lash Zû xwe ji hev nadin pash Bi dil herdû dibin yek Meger di kincan de tek Ewin di wan de xurte Na, ez shashim, pir sirte Dil bi ronî wek rojin Rojê bi dil disojin Ne bi mal û can û zêr Herdû ji hev nabin têr Ew jî wek me mirovin Bi dilgirtin wek hovin Wek dibêjî Cigerxwîn : Cihan mishte ji evîn.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.