Dengê Pêrîşanê

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Lo lo pismamo çima dey nakî? Serê xwe carek bilind ranakî? ! Leşkerê dijmin li çiyayê jorîn Weke xweşmêran ji hev bela nakî Lo lo pismamo zanim xweşmêr î Pismamê Rustem yan Êzdîn Şêr î Roja halanê, roja lêdanê Mêr û gernas î, dotmam bi gorî Lo lo pismamo haya tej te bî Çaroka min reş li serê te bî Roja lêdanê, mêr be li meydanê Kuştin tim hebî, reva te nebî Dotmama te me, min çav kildaye Dereşa Kawa, bo te hildaye Rojek lêdanê, rojek razanê Îro lêdan e roja Kurda ye Dengê min zîz e, hewar û gazî Serqot û pêxwas, birçî û tazî Êrîş e lêxe pismamo lêxe Şerm û fehêt e îro tu razî Şalê xerzanî rab eli xwe ke Li pişta xwe girêde rext û fîşek e Pismamê min î, dotmama te me Mij ter kildane çavên belek e

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.