Diyariya Yarê

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî? Diyare yar dixwazî min bi yarî Dixwazim can û dil jê re bişênim Tenê şerme, hemî derd û hejarî Dixwazim herdû çavan jê re rêkim Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî Divêm jê re ziman û dev bişênim Ne hêja ne şev û rojan bi zarî Nizanim ez, çi hêja ye ku rêkim? Cihan pêk ve bihayê biskê tarî Serî, naçar e min danî li ber pê Me go: şah im, tu pêlêke siwarî Tenê xanim, bi nazî hete ser min Zivistan e, li min şîn kir biharî Bi wan lêvên şirîn go: rabe seyda! Tu serbest î ji min çibkî, dikarî Ji rê ve ez bezîme pê û destan Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî Ji bexçê paxilê çûme du sêvan Ji bistanê riwan dêmên henarî Ji lêvên erxewanî min du sed cam Şeraba hingivînî nû, vexwarî Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz Wekî pola helandim ez bi sarî Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl Bi ber pêlan ketin reşbisk û çarî Me talan kir ber û bistan bicarek Kenî û go: bes e rabe Hesarî! Me go: gorî Cigerxwîn bû divê rê Bi dest nayê wekî îro tu carî

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.