Eman Hey Lê

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Tu şêrîn î pir ciwan î Lêv ji sorê erxewan î Kê bi vî rengî tu anî? Wer di nav destê min danî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Xamekêşan xweş nivîsî Heyv û roj in lê diîsî Qelen pir e hezar kîsî Kes nikarî te ramîsî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Zirav bejnê nûzarokê Kiras kinê li ser çokê Por şevînê, rûj i rokê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Min xwedî kir bi xêzanî Di dilhişkî, cangiranî Mal û canê xe l'ser danî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Bilind bejnê serwa sehê Enî rojê ebrû mehê Neghanê vê remza te hê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Gewher çenê şêrîn kenê Hingiv di nav lêv û çenê Berfa spî di gerdenê Naghê kesî bi xwestinê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Reştemberî rengê şevê Ebrû kevan ciwan çivê Xwîn şêrînê wek hingivê Rengê gulê lêv û devê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Çavên belek çi mêrkuj in Lêvên di sor çi xwînmij in Bisk û kezî çi xwînrij in Dêm û enî pir paqij in _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Lêv şêrînê dêm şekerê Carek me dît li ber pirê Min bi çavan gazî kirê: Ka ew evîna mey berê? _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Reyhan kenî gete gulê: Sêv gihiştin di paxilê Bisk û kezî reşkakilê Lêv dermanê derdê dilê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Bi qundera kabik teşî Hat û di ber min ve meşî Rista min a goşî weşî Hûna min a qafî xweşî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Rista min a jı gewhera Ronî didî rengê çira Bira nadî destê bira Min rêkire ji dosta xwe ra _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê Rabe ser xwe dilovanê! Em derkevin ji zîndanê Dest bi destên te hozanê Da em herin Kurdistanê! _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.