Evîna Dil

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Evîna dil, te dil kiriye birîndar Bihara min, hemî zer bûn gul û dar Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik Ketim heştê, ji nû ve bûm evîndar Diran û çav dil pêk ve şikestin Û porê min spî bûye bi yek car Bi her çaran dibî xort û dibî pîr Ji bona min nema hêja ne her çar Nezanim ez, digel jînê dibazim Weke berxê di nav pencên gurê har Cihan pêk ve di çavê min de xweş bû Niha, pîr im, di çavên min de bû sar Şeva reş pej vedane, hate ser min Ku roja min li ber ava ye, êvar Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm Ku pîr bûme, hemî kes bûne neyar Evîna min wekî hespê çeleng e Revandim ez, ezê çibkim bi hesar? Ketim heştê û serjêr bûme deştê Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar… Berê rengê pilingan ez bi saw bûm Ji ber xapan, niha bûme keftar Bi ber pêlan ketim bê dos û daxwaz Dinalim ez wekî hirçê birîndar Ceger-xwîn bes bibêje, pir dirêj e Bes e Kurdo, ji xew rabe tu hişyar! ...

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.