Ey Felek

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Ey felek, ka ew sera û Birc û qûnaxê dimin ? Ka rez û bostan û dar û Kanî ew baxê dimin ? Çîçek û nêrgiz herishtin Tev ji bîna sor - gulan Surperî nayên semayê Kanî qozaxê dimin ? Qeb-qeb û dengê kewan Nayên li ser lat û çiyan Kûre - kûre rengê bûman Nalêya zaxê dimin Ser bi zêr û çox bi surme Dest li ber, rû nale - nal Dê bi kê xwesh bin di dilde Ev key û daxê dimin ? Bilbilê malik xerab Herdem bi hewar û girî Xwesh li ser sorgul dinalîn Bûne ortaxê dimin Qumriyan sed rengê awaz Wan ji derdê nêrgîzan Bûm li ser kox û kelat û Qesr û çardaxê dimin Dijminê zordest û zana Tev welat girtin bi zor Erdelan û shehrezûr Û shax û kurd - daxê dimin Kurdê gernas ku shikandin Tîp û komên Ingilîz Ketne bindestê neyaran Bûne Altaxê dimin !? Diminê milet di îro Bûne rêber bo welat Ên bi xapan em dixwarin Bûne ocaxê dimin !? Ma gelo kevneperestim ? Na, ne raste ezbenî ! Lê dixwazim zû shiyarbin Dost û hevçaxê dimin Ez ciger-xwînim li ser vê Pashdemeyina welat Rengê efyon tên firotin Rist û ev xaxê dimin...

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.