Jîn û Hebûn

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Ez xumxuma ava çeman, Ez çerx û govend û sema, Tîn im di nêv kat û lema, Jîn im, hebûn im, tevger im. Bayê siba tê xweş ez im, Berfa sibatê xweş ez im, Xurtî di latê xweş ez im, Hişk û ziwa bin, ez ter im Giranbiha me, zêr û dur Ez tim hebûn im, xurt û gur, Yaqût û lal û gewher im. Pêşve diçim kar û xebat, Di nav çiyan de hîm û lat, Pêlan didim Zab û Ferat, Çelq û xumîn û gur-gur im. Pir xurt û hêz im ez hebûn, Ez pêşveçûn û serxwebûn, Herdem di nav damar û xûn, Ez her heme, qet namir im. Bihişt ez im, agir ez im, Bakir ez im, rakir ez im, Xemgîn kir û şa kir ez im, Herdem didim, ez na kirim. Jîn im, bihar im har û dîn, Candar bi min herdem bi tîn, Min dane wan ev hilm û bîn, Dinêv hebûnê cîgir im. Ev ax û ba û av im ez, Ev pêtî û alav im ez, Xweş ronî û pertav im ez, Xurtî di zendên karker im. Herdem heme, peyda me ez, Tava riwê xeyda me ez, Cama bi dest Seyda me ez, Ez ol û vîn û bawer im. Jîna Cegerxwîn im ji dil, Ez xurtî û tîn im di dil, Ez hêz û xurtî me di mil, Karim vî laşî ragirim.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.