Jin Hene-jinkok Hene

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Cihan bû ye zivistan Rê û biwar rawestan Berf û baran û bahoz Hawîr bûye terpetoz Çûk nikarin derkevin Teba nema dilivin Rê winda kir çîqê reş Di wê roja pir nexweş Cihan li ber tarî bû Ew nizanî diçî kû Bi bez diçî, dil bi kul Per û terî hemî şil Ji ber serma Sibatê Xwe avête ber latê Pir tarîye, bû dereng Di şikeftek reş û teng Çîqê reşê pir bi rû Xwe avête hindirû Ket hêlîna kevokê Xwe berdaye ser çokê Kevokê kir qire-qir Pepû, ji ku hatî vir? Ba, bahoz tên bi gij-gij Cihan tevde bûye mij Ez hatime mala te Xwe daye ber pala te Ez î wekî te teba Gerek bêjî: merheba Van çend rojan Sibate Tim namênim li ba te Ezê herim mala xwe Bighêm cem hevala xwe Lê kevokê bi xeyd go: Na heyra, na, de o, to! Îşev raze, sibê zû Here bêka diçî kû? Ez bi tenê jina bî Hêlîn tenge, nîne cî Nêr hemî dest dirêjin Xelkê siba çi bêjin?

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.