Kengî Tê Bê?

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê şêrîn devê Lêv hingivê, ebrû çivê Por şevê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê sebra dila Por şevînê li ser mila Em herne nav bexçê gula Gul bidne dengê bilbila Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, lêv şêrînê Dêm nîvişkê hingivînê Derman bikî vê birinê Bighêne hev Mem û Zînê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê herne çiya Rûnin li ber hûr deviya Paldin li ser gul û giya Rûnin li bin siya biya Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê meş xeramê Şêrîn kenê, şekrê Şamê Kengî bê ez xulamê Ez ramîsim te dotmamê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Pêncî sal in ez bi şîn im Ez ceger her dem bi xwîn im Pir nexoş im, dilbirîn im Ez li ser te her dixwînim Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.