Keko Ez Bilûrvan İm

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Keko ez bilûrvan im Bi her tiştî dizanim çiyan tênim govendê Berxê mîjo di bendê Hirç û hov û dar û ber Lotan didin tev li ber Ev masiyên Derya Reş Bi bilûra mi serxweş Welat tijî bûn li deng Tên dîlanê şox û şeng Keko ez bilûrvan im Ez şivan û gavan im Rûniştîme bin darê Didim pesnê biharê Dengê saza min zîz e Darblûra min gwîz e Ez pif dikim bilûrê Dil agire dikurê Şiyarbûne rast û çep Turk û Taçîk û Ereb Vexwariye me ev durd Ji bo şiyar bikim kurd Lê ez çibkim ranabî? Nizanim wê çawabî? Nizam kere jan jî ker? Ez bi gurzan tême ser Serî hişke wek kevir Divê bişkê bi bivir Divê gurzan deynim ser Yan jî jêre bêjim her Dijmin dêwê xwînvexwar Welat kirye tar û mar Hirç ketiye nava rez Li min bûye lez û bez Dikim hewar û gazî Bi vî dengî, vî sazî Kes guh nadî saza min Qîr-qîr û gaz-gaza min Kurdno hemî bibne yek Dest bavêjin gurz û çek Werin þ erê hirç û dêw Biparêzin mal û mêw Ji vî bextê minê reş Ez nexweş û ew nexweş Bê xwedîne rez û mal Ezê çibkim pîr û kal Rezê mine ji kerkûş Dijmin xwar û maye pûş Dikim qêrîn û gazî Dilê min wer dixwazî Ez pêwanim bilûrvan Ne mêrkujim, dilovan Bi guv-guv û bi nalîn Kurd ranabî Ceger-xwîn

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.