Mela Banga Sibê Didî

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Mela banga sibê didî Dibê: ji xew rabin bes e Ev bû hezar sal kole ne Ta key di xew de bin, bes e: Li ser we tim zor û setem Pingav û gol û ça û çem Bahoz û serme û seqem Ma win şiyar nabin, bes e: Malê me her bixwî neyar Tim bêne me qamçî û dar Bindest û birçî û hejar Parsek jî wa nabin, bes e: Bindestê dijmin pir nexwe? Li ser çiyan em bûn kele? Qirdê me kor, bextê me re? Ma hê jî ranabin, bes e: Welat xweşe tev xêr û bêr Petrol û hasin, zîv û zêr Bindestê dijmin tim li jêr Ta kengî kole bin, bes e: Hetta nebin xwenda û jîr Bê rêber û bê destegîr Bê dewlet û rist û wezîr Bindestê tirka bin, bes e: Dijmin Relek zana û xurt Xwînxwar û devlok, har û sirt Ta key bi xap û fort û zirt Li ser me axa bin, bes e: Tev yên mene ev bax û dar Deşt û çiya, lat û zinar Em derketîne, bendewar Lê ew di baxa bin, bes e: Ev xan û eywan û sera Dijmin bixun mal û pera Xweş tê de rûnin, lê çira Em tim li çola bin, bes e: Em tim ji derve dûrîdest Birçî û tazî, jar û mest Tim têne kuştin dest bi dest Bin boks û dara bin, bes e: Dijmin ketin xanên bilind Girtin ji ber me şar û gund Lê em bikûrin rengê kund Yan rengê zaxa bin, bes e: Daxwaz çiye ji serxebûn Da em bixun mal û hebûn Pê xweş bikin derdê derûn Lê xurt û zana bin, bes e: Li ser çiyan nal û girîn Guhdêre qîr û deng û şîn Dîsa ciger tev bûye xwîn Bin berf û serma bin, bes e:

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.