Pîra Torê

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Hilkişîme çûme jorê her du rex min bend û rez, Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez. Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem, Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez. Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê; Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez. Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin, Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez. Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke; Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres. Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê, Ew şivan in sermiyan in dane gur wan col û pez. Min kurek tenha heye ew şandî bajêr medresê, Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez. Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye; Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.