Welatperestî

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Payebilindî Welatperestî Çekên qelsan e: Jarî û mestî Zana û jîr im Bindestê dijmin Çiqas dijwar e Ewreng bindestî Destan vemalin Dakevin meydan Eger dixwazin Bigrin serbestî Ey gernasên kurd Rabin weke şêr Ji xwe bawêjin: Xwarî û sistî! Xebat ji bo me Divêt bi xurtî Dilpak û zana Gelek bi ristî Welat xwe bûk e Xwîna me qelen Naxî ber sîngê Bûkê nexwestî Metirse ko kurd Pir paş de maye Kesî nedî goşt Bê çerm û hestî Qûnax bi qûnax Diçî ser çiyê Rast e di vê rê Gelek diwestî Welat ta kengî Wilo parçe bî Em tev di nav de Jar û şikestî Cigerxwîn îro Gel pir şiyar e Bes e metirse Kêr gîha hestî!

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.