Xabûrê

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Ey Xabûr, Xabûr, ey Xabûr, Xabûr Wek daxwaza min, pir dirêj û kûr Kêferata te, xum xum, û lew, lew Nayên bîra te ne razan, ne xew Herdem dinalî, bi qirîn, gazî Lê kes nizanî, ka çi dixwazî? Armanca te ye, xurtî, pêşveçûn Cihê te tenge, divê firehbûn Pêlan didî xwe, qîr û firyadî Tu jî wekî min divê azadî Sînga vê erdê te çirand bi zor Nizanim çira tu naçî berjor? Ev çende xurtî, bê daxwaz û vîn Dikevî sînga Derya bê evîn Xwezka min bi te, bê derd û bê kul Dijî bi şadî, bê mejî û dil Tu jî weke min, ger bibûna kurd Ev xurtiya te dibû kul û derd.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.