Hest Şarkı
C Ciwan Haco
0
Altın Yaprak
Ez pîr û kal bûm ji van derdan
Axîn û keserê min jî nav dil da
Derdê dilê min gelek giran e
Jê re dibêjin ev çi êş û jan e
Hawîrdora me bûye ferman e
Xort û keçên me li serê çiya ne
Lo lo hevalno we sozek da min
Serê xwe hildin werin li ba min
Derdê dilê min gelek giran e
Jê re dibêjin ev çi êş û jan e
Havîrdora me bûye fermana
Xort û keçê me li serê çiya ne
Dibêjin em bira ne
Ferqa me ji hev nîne
Ez jî dipirsim
Çawa dibe ku em bira bin û ez bê nav bim bêzar bim
Dibêjin çima çeklanîn, çima hêsir, ma qibleta me ne yek e
Lê şêxên me zarokên pêxember û pîrên me murîdên lalêşa nûranî bi darve dikin.
Dibêjin ev hezar sal e em hemwelatê hev in
Xwîna me li van tixûbantiyê kiriye hev bûye û rijiya yê
Em jî dibêjin lê ev heyştê sal e tenê xwîna me dirêje bi destê we biran, dirijiya...
Lê dîsa jî em li pey gotinên hozanên xwe ne
Cegerxwîn, ê dil bi hesret.
Em hîn dibêjin biratî
Biratiya rasteqîn, lê tu qebûl nakî
Em dibêjin wekhevî, lê tu qebûl nakî
Em hîn jî dibêjin hevaltî, lê dîsa tu qebûl nakî
Ez êdî nizanim çi êdî bibêjim çi êdî bikim
We tu rê li pêşiya min nehîşt
Xeynê hilgeşînê, Hilgeşîna zinar û çiyayên bilind,
Warê egîdan, welatê ku roja azadiyê lê hatiye der...
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş