Gulgulamin Sözleri (Gulek)
C Ciwan Haco
0
Altın Yaprak
Guleka min hebû yek gul
Min neqand bû ji were ji dil
Min avda bû bi hêstirê çavan
Min dîtibû li nav baxan
Gul gula min, daxwazya min
Gul gula min, brîndar a min
Çi guleke rind û ciwan
Perîşan bû li cihan
Jêre bibînin hun derman
Ew jî weki me her insan
Gul gula min, daxwazya min
Gul gula min, brîndar a min
Ger ez bimrim ger bêm kuştin
Hun li gulê min bipirsin
Daxwaza wê hun pêk bînin
Heyfa gulê hun hilînin
Gul gula min, daxwazya min
Gul gula min, brîndar a min
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş