Ey Dil

E Ehmedê Xanî Ehmedê Xanî
0 Altın Yaprak
Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf Meşqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf Aşiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî Aşiqê îşqîbazekî, bendî diket belayê zulf Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan Xencer û Şîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran Serxoş û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan Serxoş û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf Şêx û mirîd û salikan, Şah û feqîr û malikan Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf Ef'a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û Şaîran „Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf ( derde, ji destê tayê zulf )

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.