Hebhinarkê Şarkı Sözü

H Hîvron
0 Altın Yaprak
Ji wê şeva bi şewbê Bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê Çend xarên min wendabûne li newala waweylê Destmêja te û janê ji hevdû naşkê Hebhinarkê! .. Min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê; Wê gewriya te dil bide kêrê Li kerbelayê Belê delalê Li çaraliyê çefiya min, Diçurise şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin Kulora şahmeran e egala li serê min Ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min Ne sûcê te ye, Ew mîratê kewan li me nehatin Li çiyayê şengalê, Komeke xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştine Terikên wî digirîn li dewsê Tu hogirî van perîkan bûyî Hebhinarka delalî Bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî Li ser goleke mêşinî Bo bi serê xwe dakim, Ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim, Hebhinarkê; Teşiya bê, Destara berfê, Berîvana baranê...

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.